Haydar Şahin
17 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2020
Geliyê Muradê yê li Giyadîna navçeya Agiriyê bi xweşikahiyên payîzê va ji tebîethez û wênekêşan ra mazûvaniyê dike.
Geliyê li navenda bajêr li texma Çemê Muradê jê ra derbas dibe cî digire zivistan sipî dibe, bihar û havînê jî kesk û hêşin dibe. Gelî payîzê jî bi regên cuda dixemile.
Geliyê ji çavkaniya Çemê Muradê dest pê dike ji pal û berwarên qat qatî pêk tê, bi şirşirneg, kevir û zinar û xweşikahiyên tebîetê va dîmenên bêhempa derdixe holê.

- Çûyîn û hatina gelî hêsan e
Ji ber ku gelî di nav sînorên navenda navçeyê da ye çûyîn û hatina wê jî zehf hêsan e. Gelî li hin ciyan li hin iyan 150 mêtre biber dibe, ji ber xweşikahiyên wê jî jê ra dibêjin "Geliyê Ihlarayê yê Rojhilatê".
Li herêmê di van salên dawîn da hawirdor jî hat sererastkirin û li rexê çêm Baxçeyê Gel hat avakirin. Welatiyên tên ziyaretê jî bi kêfxweşî dema xwe derbas dikin.
Li Geliyê Muradê xweşikahiyên payîzê
Ekîba AAyê bi droneyê ji hewayê dîmenên gelî kişand.
Prof. Dr. Faruk Kayayê Hîndekarê Beşa Coxrafyayê ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê û Alîkarê Rektor diyar kir ku herêm bi taybetî di tesîra volkanîzmaya Çiyayê Tendurekê da maye.

- "Gelî ji hêla turîzmê va zehf girîng e"
Kaya bal kişand ser girîngiya gelî û wiha pê da çû:

"Gelî ji li dinyayê newalên girîng in û ji hêla turîzmê va jî qîmeta wan heye. Çemê Muradê di navbera gundên Goxebakan û Omuzbaşiyê da ji gelî ra derbas dibe. Em dikarin ji vê derê ra bêjin Geliyê Giyadînê jî. Çem ji nava geliyê 100-150 berahiya wê heye ra diherike. Gelî ji hêla turîzmê va zehf girîng e û li qadeke mezin cî digre. Gelî ji Giyadînê dest pê dike û hetanî Avkevirê diçe."
Kaya got her demsalê xweşikahiyên cuda tên dîtin û wiha axivî: "Gelî di nav geliyên bijarte yên Tirkiyeyê da cî digre. Dikarin vê derê jî bi germavê ji turîzmê ra vekin. Li hin ciyan kûrahiya gelî digihêje 50 mêtreyî û dirêjahiya wê hema bêje 30-40 kîlomêtre heye."