Fevzi Kemal Karagöz,Beyza Nur Eryılmaz
23 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2026
Berfa ku duh li Gazîentabê dest pê kir, bandora xwe berdewam dike.
Berfa ku duh piştî nîvro li bajêr dest bi barînê kir û car caran zêde bû, kolan û kuçeyan sipî kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ya Gazîentabê û şaredariyên navçeyan ji bo ku rê neyên girtin û welatî ji berfê bandoreke neyînî nebînin, xebatên paqijkirina berfê dimeşînin.
Li bajêr hem trafîka wesayîtan û hem jî ya peyayan kêm bûye, ji bo kêmkirina trafîka wesayîtan otobês û tramvayên şaredariyê bêpere ne.