İsmail Hakkı Demir,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
21 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2022
Li Erzirom û Qersê li ciyên bilind berf barî.
Li Herêma rojhilatê piştî ketina sermayê, tavî û hewaya sar a li Erziromê bibandor bû, ber destê sibehê li ciyên bilind vegerand berfê.
Girê Ejder ê raqim 3 hezar û 200 ku zîrweya pîsta Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya li Çiyayê Palandokenê ye, bi barîna berfê çîlspî bû.
Berfa ku payîzê tesîra xwe nîşan da, beşeke çiyayên bilind ên din ên bajêr jî spî kir.
Dîmena Palandokena di bin berfê da ya ku navendeke girîng a kaşûnê ya Tirkiyeyê ye, ji ciyên cuda yên bajêr jî xuya kir.
- Qers
Li Qersê berfa ku bi şev dest pê kir û bi navber dewam kir, nexasim li gundên bilind tesîra xwe nîşan da.

Welatiyên ku şefeqê pez berdan çêrê, dîtin ku berf bariye. Li gundên navborî hespên beredayî di dîtina ciyên hêşînayî da zehmetî kişandin ku biçêrin û xwe têr bikin.
Her wisa li rêbejaya Qers-Dîgorê ajokaran ji ber berf û mijê zehmetî kişandin.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em li rêyên bi berfê hatin girtin, xebata vekirina rê dan destpêkirin.
Her wiha li navçeya Sariqamîşê li Derwazeya Handereyê ya raqim 2 hezar û 368 metreyî stûriya berfê gihîşt 10 santîmetreyî. Serê Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê jî spîçîl kir.
Hin welatiyên ku bi barîna berfê ra kêfa wan hat, wêne kişandin.