Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İdris Karaoğul,Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu,Sidar Can Eren
05 Adar 2026•Rojanekirin: 08 Adar 2026
Li Erzirom, Tuncelî, Qers û Erdexanê piştî berfê sir û sermayeke zêde çêbû.
Li Erziromê duh dem demî berf barî û paşê hewa sar bû.
Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 15 pile nîşan da dar, kanî û wesayîtan qeşa girt.
Li ser banê xaniyan şembelûkên ku bi mêtroyan dirêj çêbûn.
- Qers
Li Qersê sir û sermaya ku piştî berfê çêbû dewam dike.
Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 11 pile nîşan da dar û beran qiravî girt û hin cihên avî jî qerisîn.
Li navçeya Sariqamîşê li ser banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn.
Ji ber sermayê paceyên mal û wesayîtan qeşa girt, hin esnafan paceyên wesayîtên xwe paqij kirin.
Li navçeya Akyakayê jî ji ber sir û sermayê şembelûk çêbûn.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir.
Li hin gundên girêdayî navçeyê mal di binê berfê da man.
- Erdexan û Tuncelî
Li Erdexanê sir û serma heye.
Li bajarê ku bi berfê nixûmiye germahiya herî kêm a bişev 13 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê li ser rêyan qeşa çêbû.
Li Ovacika navçeya Tunceliyê germahiya hewayê di binê sifirê da daket 6 pileyan û ji ber vê dar û nebatan qiravî girt.
Li navçeyê çem jî qerisîn, ekîban li ser rêyan xoyê reşandin.