Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Tevhid Furkan Nehri
21 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Qers û Erdexanê demeke tesîra sermayê hebû ku paşê berfê dest pê kir.
Li navenda Erziromê ji ber berfa ku danê sibê dest pê kir her der çîlspî bû.
Ji ber berfê li Keleha Erziromê ya Dîrokî, Medreseya Duminare û Medreseya Yaqûtiyeyê dîmenên xweş derketin holê.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf û hewaya sar tesîrê li ser jiyanê kir.
Li bajarê ku germahiya hewayê daket binê sifirê hin qismên Çemê Kurayê cemed girt.
Ji ber berfa ku dem demî barî, kuçe û kolan bi berfê nixûmîn.
- Qers
Li Qersê ji ber berfa ku serê sibê dest pê kir navenda bajêr tev spî bû.
Mija ku çêbû jî mesafeya dîtinê kêm kir.
Ekîbên girêdayî Şaredariya Qersê ji bo ku qeşa çênebe xoy li ser rêyan reşandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Hin çûkan ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê di peydakirina xwarinê da zehmetî kişandin.