Jiyan

Li Erzirom, Erdexan û Qersê di sir û seqemê da cemed çêbû

Günay Nuh, Talha Koca, Hüseyin Demirci  | 17.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Li Erzirom, Erdexan û Qersê di sir û seqemê da cemed çêbû Hüseyin Demirci

Erzurum

 Li Erzirom, Erdexan û Qersê ji ber sir û seqemê şadirwan, rûyê çem û robaran qerimî û cemed girt.

Li Erziromê germa hewayê bi şev 5 pile di binê sifirê da hat pîvan, ji ber sir û sermayê şadirwana baxçeyê Mizgefta Lalapaşayê ya dîrokî cemed girt.

Camên hin wesayîtên parqkirî qeşa kişandin, hin teyrên beyanî jî li ser qubeya Medreseya Yakutiyeyê ya dîrokî xwe dan tavê ku germ bibin.

- Erdexan

Li Erdexanê ji ber sir û sermayê rê û peyarêyan cemed girt.

Li bajêr bi şev germa hewayê 11 pile di binê sifirê da hat pîvan, camên wesayîtan qeşa kişand, rûyê Çemê Kurayê cemedeke qalin girt.

- Qers

Li Sariqamîşa navçeya Qersê bi şev germa hewayê 12 pile di binê sifirê da hat pîvan, dar û beran qiravî girt, bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan.

Li Sariqamîşê camên xanî û wesayîtan qeşa kişand, kanî qerimîn û cemed girt, Robarê Acisuyê bi temamî qerimî, welatiyan betanî û karton li wesayîtên xwe wer kirin.

Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Sariqamîşê, şembelîlkên baniyan paqij kirin, ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên rêbejan jî berfa rêyan verot û xoy reşand.

Hayrettîn Çelîk diyar kir ku sir û seqemê dest pê kir û wiha dewam kir, "Malên me pir sar in û av qerimîne. Sermayê dest pê kir, Xwedê alîkar be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın