09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ARDAHAN / KARS
Li navenda Erdexanê û Sariqamîşa navçeya Qersê berf barî.
Li Erdexanê hewaya ku êvarê sar bû ber bi nivê şevê sartir bû û berf barî.
Welatî serê sibê rabûn û berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Hat ragihandin ku li hin cihan qalindahiya berfê 3 santîmêtro ye.
- Sariqamiş
Li Sariqamişa navçeya Qersê jî germahiya hewayê di bin sifirê de bû 4 pile. Ji ber vê sermayê berf barî û bajar spî bû.
Qalindahiya berfê li navenda bajêr 3 santîmêtro, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê jî 5 santîmêtro hat pîvandin.
Ji ber ku bajêr spî bû, dîmenên xweşik derketin holê.