Günay Nuh,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik
22 Sibat 2022•Rojanekirin: 23 Sibat 2022
Li Erdexan, Agirî û Qersê mij û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erdexanê sibehê zû ji ber sermayê qiraviyê avêt daran, li herêma Çemê Kûrayê mij çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê bi tesîra sermayê qiraviyê avêt daran, ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û lewma jî di rêbejayan da di veguhestinê da astengî çêbû.
- Qers
Li Qersê jî serma tesîra xwe didomîne.
Şêniyên deverê ji bo ku neqerimin, wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
Ekîbên şaredariyê jî li ser kuçe û kolanan xebata avêtina berfê û verotina cemedê kirin.