30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Çinara navçeya Diyarbekirê kamyonet wergeriya, di encama qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin kamyoneta bi plaqeya 47 AP 560 a ku Bedîr Gozal diajot li rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê wergeriya.
Ahmet Aksoy Ebdûlmînem Omerê welatiyê Sûriyeyê yên di wesayîtê de li cihê bûyerê mirin.
Ajokar Gozal û Abdulkadîr Gozal birîndar bûn û birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.
Cenaze piştî miameleyên otopsiyê teslîmê malbatên wan kirin.
Lêpirsîna der heqê bûyerê de berdewam dike.