30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê piştî neyartiya ku ev 65 salan di navbera 2 malbatan berdewam bû, aştî hat pêkanîn.
Di navbera malbatên Çelîk û Oglaogo de di sala 1951an de şer derket û di şer de ji malbata Çelîk kesek hat kuştin û li ser vê yekê neyartiyê dest pê kir. Neyartî bi xwarina aştiyê ya ku li hêwaneke dawetê ya li Taxa Aygunê hat lidarxistin, xilas bû.
Xwarinê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir û Qaymeqamê Qulpê Fatîh Dulgeroglu di xwarinê de axivî û got ku neyartiya ku di navbera du malbatên eqreba de di encama bûyereke nexweş de derket ji holê hat rakirin. Qaymeqam Dulgeroglu bi xwarina aştiyê, peyameke giring dan mîhraqên şer ên ku di van demên dawîn de berê xwe dane yekîtî û bihevrebûna gel û wiha axivî: "We îro kîn, nefret û dijminahî bi paşya destê xwe ji xwe dûr xist, deriyê xirabiyê girt û ji bo dostanî, biratî û aştiyê pêngaveke giring avêt. We tiştê ku li we tê kir. Xwedê muhabbet, dostanî û biratiya we daîm bike."
Veysel Çelîkê Serokê Navçeya Qulpê yê AK Partiyê yê berê jî li ser navê malbata Çelîk axivî û bi bîr xist ku ji ber bûyera xemgîn a ku 65 sal beriya niha qewimî neyartiyek çêbû û spasiya kesên piştgirî dan ku di navbera malbatan de aştî çêbe, kir.
Piştî axaftinên mensûbên her du malbatan bin Qur'ana Pîroz destên hev şidandin û li hev hatin.
Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Abûbekîr Bal, Parlementerê Mûşê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Şîmşek, Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê yê berê Îhsan Aslan û gelek malbat beşdarî xwarinê bûn.