Li Diyarbekirê jinan êrîşên Îsraîlê protesto kirin
Diyarbakir
Li Diyarbekirê nûnerên jin ên hin saziyên civakî yên sivîl êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê protesto kirin.
Endamên Weqfa Jin û Demokrariyê (KADEM), Weqfa Hezkiriyên Pêxember, Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê jî di nav da jinên ku li ber şaxa restoreneke fast food a zincîr ya li Kayapinara navçeya navend kom bûn dirûşmeyên "Bila Îsraîl Qehr Bibe" "Filistîna Azad, Dê Azad Bimîne" berz kirin.
Jinên ku di destê wan da alayên Filistînê hebûn bang kirin ku restoran bê boyqotkirin.
Elîf Fîdantek Barana ku li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê da got ku li Diyarbekirê wek nûnerên saziyên civakî yên sivîl êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê protesto kirin, bangewaziya boyqotê kirin.
Baranê diyar kir ku wek jinên Diyarbekirê piştgiriyê didin "boyqota taxê" ya ku lo Başakşehîrê dest pê kir û gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû û ev gotin:
"Bûyerên diqewimin car din nîşan da ku hêza herî mezin a di destê me da biyqotkirina marqeyên siyonîst e. Ew bi pereyên ku ji vir qezenc dikin va bombeyan li ser birayên me da dibarînin. Îro armanca me ew e ku marqeyên ku bi awayekî eşkere siyonîzmê û komkujiyê fînanse dikin ji taxa me, bajarê me û welatê me bi awayekî mayînde bê şandin. Ji bo hemû birayên me yên li Xeze, Sûriye, Turkistana Rojhilat, Myanmar, Sudanê wextê boyqotkirinê ye. Îro roj ew roj e ku em dijî emperyalîzmê bibin yek."
Kom piştî daxuyaniya çapemeniyê beşav bû."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
