Bestami Bodruk
29 Nîsan 2024•Rojanekirin: 29 Nîsan 2024
Li Diyarbekirê Cejna Paskalyayê bi ayîna li Dêra Ermeniyan a Surp Giragos va hat pîrozkirin.
Li navçeya navendê Sûrê li dêra qedîm ayîna ku dê bi minasebeta Cejna Paskalyayê bihata kirin, lêbelê ji ber Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî hatibû taloqkirin, hat kirin.
Di wê ayînê da ya peywirdarên dînî yên ji hêla Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê hatin peywirdarkirin bi rê va birin, îlahî hatin gotin, dia hatin kirin û mûm hatin vêxistin.
Her wisa ji bo beşdarên ayînê kade û hêkên boyaxkirî yên Cejna Paskalyayê hatin dayîn.
Alîkarê Serokê Weqfa Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê Ohannes Gafur Ohanyan diyar kir ku wan, Cejna Paskalyayê ya ji ber hilbijartinê hatibû texîrkirin, îro pîroz kir.
Ohanyan diyar kir ku Cejna Paskalyayê li Diyarbekirê timî bi eleqe tê pîrozkirin û wiha dewam kir, "Hemû gel digel me ne. Alema Misilman û Xirîstiyanan tevda tên. Em bi coş û beşdariyeke zêde cejna xwe pîroz dikin."
Nihayet Karaaslana ji bo temaşekirina ayînê hatiye dêrê jî wiha got, "Me digel hevalên xwe xwest ku em îro beşdariya Cejna Paskalyayê bikin. Em berê hatibûn vir, lê ev cara ewil e em tên merasimê."
Onur Orakê ji Bidlîsê ji bo gerê hatiye Diyarbekirê jî diyar kir, ew kêfxweş in ku ew di gera xwe da rastî ayînê hatin.