Jiyan

Li Şirnexê koçer bi rê ketin û berê xwe dan zozanan

Ekrem Payan  | 29.04.2024 - Rojanekırın : 07.05.2024
Li Şirnexê koçer bi rê ketin û berê xwe dan zozanan

Şırnak

 Li Şirnexê koçberên ku qedera 5 mehan li navçeyên Sîlopî, Cizîr û Îdilê man, bi germbûna hewayê ra berê xwe dan zozanên hênik.

Li herêmê heywandar dema dibe serma, pezê xwe dibin deverên germ. Bi hatina biharê ra heywandaran cardin berê xwe dan zozanan.

Koçerên ku germiyanên li quntara Çiyayê Cûdiyê yê bajaroka Gorumluya navçeya Sîlopiyê qedera 5 mehan man, amadekariyên xwe temam kirin û tevî birên xwe yên pez berê xwe dan zozanên bilind ên Feraşîna ku di navbera Wan, Hekarî û Şirnexê da dimîne.

- Heywan ji germiyanê derketin

Îdris Aşkarayê koçer diyar kir ku ew ê ji Îdilê biçin herêma Wanê.

Aşkara bal kişand ku di rêwîtiyê da baran ji bo wan pir dibe bi zehmet û wiha dewam kir, "Dema hilgêrê hat û me berê xwe da zozanan. Em keriyên pezê xwe ji pêşa Çiyayê Cûdiyê dibin zozanên Wan-Hekariyê."

Aşkara bal kişand ku di germayê da pez bi zerekê dikeve, nexweş dibe û lewma ew cihên bilind û hênik tercih dikin û wiha dewam kir, "Rêya me qedera meh û nîvekê didome. Lewra em pezê xwe bi çêre çêre dibin, êvaran em vedihesin. Bi şefeqê ra em cardin didin ser rê. Em her wisa qedera 5 mehan jî li zozanan dimînin, zivistanê jî em cardin vedigerin deştên germ ên li Cizîr, Sîlopî û Îdilê. Karê me zehmet e, lê em mecbûr dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın