Damlanur Teyhun
28 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2023
Li Diyarbekirê mij ket û mesafeya dîtinê kêm bû.
Li bajêr di çûyîn û hatinê da tu tengasî derneket, lê li cihên ku mesafeya dîtinê lê kêm bû, şofêran erebeyên xwe bi baldarî ajotin.
Ekîbên trafîkê di rêbejan da tevdîr hildan û hişyarî dan şofêran ku mesafeya teqîbê biparêzin û bi lez neçin.
Ji aliyê din va ji ber mijê seferên balafiran hatin betalkirin.
Li kampusa Îçkaleyê, Mizgefta Kurşunluyê (Fatîh Paşa) û Sûrên Diyarbekirê û Pireya Dehderî jî di binê mijê da man.
Rayedarên meteorolojiyê ragihand, bi germbûna hewayê ra mij wê bela bibe û tê payîn ku piştî nîvro tesîra mijê wê kêmtir bibe.