Aydın Arik
21 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2024
Li Diyarbekirê mija zêde mesafeya dîtinê daxist.
Mija ku ji duh şevê din pê va bi bandor e mesafeya dîtinê daxist û ajovanan di çûnê da zehmetî kişand.
Ji ber mijê ekîbên trafîkê tedbîr sitandin. Ekîban di warê mesafeya şopandnê da hişyarî da ajovanan.
Ji ber mijê di pergala hinek geştên asîmanî da derengî çêbû.
Ji aliyê din va mijê li cihên berhemên dîrokî û çandî yên bajêr ên weke Komelgeha Nav Bedenan, Mizgefta Fatih Paşa (Kurşunlu) û Bedenên dîrokî yên Diyarbekirê yên di Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCoyê da dîmenekî ciwan çêkir.