Ekip
19 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
Li Stenbolê germa hewayê ji germa demsalê kêmtir bû û li deverên bilind berf, li tevahiya bajêr baran dibare.
Piştî hewaya xweş a dawiya hefteyê, li gorî texmînên Meteorolojiyê li Stenbolê hewa sar bû.
Baranê duh êvarê dest pê kir û îro jî dem bi dem dibare.
Li tevahiya bajêr baran, li Sîlîvrî, Çatalca, Sultangazî, Başakşehir û Hadimkoyê berf dibare.
Digel deverên bilind, li hin navçeyên bajêr jî berf ket. Li Beykoz, Ataşehir, Kuçukçekmece û Beyogluyê jî êvarê berfê dayê.
Ketina berfê li hin deveran bi navber dewam dike.