Abdullah Söylemez
02 Tebax 2024•Rojanekirin: 08 Tebax 2024
Li deştên li Agiriyê çinîna genim hê jî didome.
Ji ber ku îsal baran zêde bû cotkar ji bo ber û bereketa genim kêfxweş in.
Li bajêr digel germ û kelekela havînê çinîna genim didome.
Waliyê Agiriyê Mustafa Koç daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku îsal ber û berekta li bajêr baş e.
Mustafa Koç destnîşan kir li bajêr deşt û eraziyên bi ber û bereket hene û wiha axivî, "Sala par ji nêzikî milyonek û 600 hezar dekarî me 600 hezar ton dexl û dehn hildabû. Îsal jî em texmîn dikin ku ji nêzikî milyonek û 750 hezar dekarî em 550 hezar tonî hildin."