Samet Kıyak
19 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Li Buldana navçeya Denizliyê midibêsa serwêsa xwendekaran welgeriya, 2 kes mirin û 26 kes birîndar bûn.
Midibêsa xwendekaran a bi plakaya 35 BYZ 354 a ku nasnameya ajokarê wê nehat hînbûn nêzî Taxa Yenîcekentê welgeriya zeviyê.
Li ser îxbarê ekîbên cendirme, polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 2 kes mirin û 26 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.