Li Bîngolê wesayîtek ji rê derket û kete xwaringehekê, 5 kes birîndar bûn
Bingöl
Li Bîngolê wesayîtek ji rê derket û kete xwaringehekê, 5 kesên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê N. Ş. (43) û plaqeya wê 23 ACK 385 li ser rêya Bîngol-Elezîzê li taxa Kaniya Yado ji rê derket û kete xwaringeheke li devê rê.
Di qezayê da 5 kesên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Li ser cabdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
Dîmenê qezayê di kameraya ewlehiyê ya xwaringehê da hat qeydkirin.
Di kamerayê da tê dîtin ku wesayît di rêya fetlonek da nikare baş here û ji ber vê ji rê derdikeve û dikeve xwaringehê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
