Ji bo rojhilatê bakurê Rojhilatê Anadoluyê û derdora Tokatê hişyariya barîna berfa zêde
Ankara
ANKARA (AA) - Ji bo rojhilatê bakurê Rojhilatê Anadoluyê û derdora Tokatê hişyariya barîna berfa zêde hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn berfa ku li rojhilatê bakurê Rojhilatê Anadoluyê dibare, îro ji nîvro şûnda dê tesîra xwe zêdetir bike û li Qers, Erdexan, Agirî û rojavayê Îdirê zêdetir bibare.
Tê texmînkirin, sibê ji nîvro şûnda li Agirî û Îdirê û ji nîvê şevê şûnda jî li Qers û Erdexanê tesîra barîna berfê dê bişikê.
Ji aliyekî din va tê payîn, barîna berfê ya ku li rojhilatê bakurê welêt berdewam e, dê li navenda parêzgeha Tokatê û navçeyên wê yên rojhilatê heya roja şemiyê ber destê sibehê bi awayekî zêde û bi tesîr bidome.
Ji ber barîna berfa zêde, welatî divê li hemberî rewşên neyînî yên wekî qerm, bager û astengiyên veguhestinê baldar û bi tedbîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
