Aydın Arik
08 Îlon 2022•Rojanekirin: 09 Îlon 2022
Li Karlioavaya navçeya Bîngolê şivanê rastî êrîşa hirçekî hat û birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Deniz Arkayê 42 salî yê li zozanê gundê Yîgîtlerî heywanên xwe diçêrand ji ber êrîşa hirçekî ji zikê xwe birîndar bû ûmilê wî şikest.
Gundiyan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê.
Piştî tedawiya wî ya ewil ew rakirin Nexweşxaneya Dewleta ya Bîngolê.
Arka ji nûçegihanê AAyê ra daxuyad ji ber ku gundê wan nêzîkî daristanê ye ew her tim rastî êrîşa hirçan tên û wiha dewam kir: "Min heywanên xwe diçêrand ji nişkêva hirçê êrîşî min kir. Kuçik hatin, hirç reviya û ez wisa xelas bûm. Ez dixwazim ji hirçan ra çareseriyek bê dîtin. Her tim rastî însanan dikin. Heke îro kuçik nehatana dibe ku ez bimirama. Şikir ez birîndar xelas bûm."