Bülent Temiz,Metin Dere
17 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2021
Li Qarlîovaya navçeya Bîngolê ji ber berfê rêya 10 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Li Qarlîovayê berfa duh berêvarê dest bi barînê kir ji bo welatiyan bû tengasî.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya 10 gundan dest bi xebatan kirin.
Esnafan berfa li pêşiya dikanên xwe paqij kirin.
Cengîz Bîngolê ji gelê navçeyê diyar kir ku li Qarlîovayê berf 6 mehan li erdê dimîne û wiha pê da çû: "Jiyana zivistanê me pêrîşan dike. Ji ber ku çûyîn û hatin zor dibe jî meriv li malên xwe dimînin."
Tuncay Karabulakê esnaf jî got ji ber berfê karê wan kêm dibe.
Yedîsuya navçe jî bi berfê çîl û sipî bû.
Di dîmenên navçeyê yên bi droneyê hatin kişandin da tê dîtin ku navçe çîl û sipî bûye, çiya di nav mijê da mane.