Necmettin Karaca
16 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2021
Li Erdîşa navçeya Wanê, Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Nuri Mehmetbeyoglu û personelê şaredariyê ji bo ajalên kuçeyan û yên çolê êm danîn ciyên cuda yên navçeyê.
Şaredariya navçeyê ji bo ajalên kuçeyan û yên çolê yên ku ji ber şertên neyînî yên hewayê nikarin xwarinê peyda bikin, xebat dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da Mehmetbeyoglu û xebatkarên şaredariyê, qedehên kaxiz tijî êm kirin û bi şaxên daran va daliqandin, ji bo çivîkên koçber jî li ciyên cuda yên qeraxê Gola Wanê êm danîn.
Mehmetbeyoglu diyar kir, bajar yek ji destînasyonên girîng ên koçê yên çivîkên koçber e û lê gelek cinsên çivîkan hene.
Mehmetbeyoglu bal kişand, ew ji bo çivîkên nikaribûn koç bikin an jî yên bêqudûm, xebatê dimeşînin.