Rıdvan Korkulutaş,Ahmet Dengeşik
25 Nîsan 2025•Rojanekirin: 28 Nîsan 2025
Li Bingolê 3 wesayît li hev qelibîn, di qezayê da 6 kes birîndar bûn.
Li texma Midûriya Bajêr a Daristan û Çandiniyê ya Xaçerêya Bingol-Mûşê otomobîla bi plakaya 38 ABZ 999, texsiya bi plakaya 12 T 0021 û wesayîta bazirganiyê ya sivik a bi plakaya 06 DUP 429 ên ku navê ajokarên wan nahetiye hînbûn li hev qelibîn.
Di qezayê da 6 kesên di wesayîtan da birîndar bûn. Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês, îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Derket holê ku ji birîndarên ku bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê xetereya jiyana jinekê heye.