Serdar Adıyaman,Şener Toktaş,Filit Gülelçin
20 Îlon 2024•Rojanekirin: 21 Îlon 2024
Li Bidlîs û navçeyên wê ji ber barana gur hezaz çêbû, ji ber rabûna avû hin eraziyên çandiniyê xisar dît.
Barana gur a li tevahiya bajêr hat li kîlomêtroya 10emîn a rêya Xelat-Elcewazê bû sedema hezazan.
Ji ber ax û heriyê rê demekî ji trafîkê ra hat girtin.
Li navçeya Norşênê li gundên Oduncularê û bajaroka Serp Golê ji ber barana gur ava çeman rabû û hin eraziypn çandiniyê xisar dît.
Ekîbên şaredariya Serê Golê li herêma xisardîtî dest bi xebatên paqijiyê kir.
Şaredarê Serê Golê Hîkmet Kardaş di daxuyaniya xwe da got ku binesaziya bajarokê zirar dîtiye.
Kardaş got ku "Rê, qenalîzasyon, xetên axa vexwarinê, menfez û rêyan gelekî zirar dît. Şaredariya me bi derfetên xwe yên kêm nikare vê zirarê telafî bike. Bajaroka me her sal ji ber lehiyê zirarê dibîne. Lêbelê vê carê binesaziya me xisareke mezin hilda."
Mixtarê gundê Oduncularê Samî Gokmen jî got ku piştî barana danê nîvro hat lehî çêbû.
Gokmen diyar kir ku tiştek bi kesî nehat û got ku "Binesaziyên ava vexwarinê û qenalîzasyon ê yên li gund xisar dît. Ji ber lehiyê kevir û ax hat ket nava gund. Welatiyên me mexdûr in."