Elif Irmak
20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 21 Hezîran 2020
Li Kercewsa navçeya Batmanê kuliyên goştxwer ên hatin dîtin bi mezinahiya xwe balê dikşînin.
Edîp Turgutê li gundê Kirkata li ser navçeyê dijî dema li zeviya xwe palehiya nîskê dikir kuliyê 20 santîmêtro dirêj dît.
Turdut diyar kir ku berê kuliyên evqas mezin neditîbûn û got ku "Min nîsk didûritin. Min dît ku di nav gihayan da tiştek bi rê va diçe. Min di serî da got ku kevjal e dema nêz bûm min dît ku kuliyekî mezin e."
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Metîn Kaplan jî got ku bejna kuliyên ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê dîtin digihêje heta 20 santîmêtroyan û ev cins bi kuliyên goştxwer in û bi taybetî şevê nêçîrê dikin.
kaplan qal kir ku şewitandina pirêzeyan jî di dîtina van kuliyan da dibe sedema zêdebûnê û wiha axivî: "Ev kuliyên ku zirarê nadin mirovan xwe bi kêzikên ku zirar didin zadan xwedî dikin. Şewitandina pirêzeyan dibe sedem ku ev kulî derkevin holê. Kuliyên ku ji ber şewitandina pirêzeyan nikarin xwarinê bibînin berê xwe didin aliyên din û tên niştewaran."
Par kuliyên bi vî awayî li navçeyên Mêrdîn û Batmanê jî hatibûn dîtin.