BATMAN
Li Batmanê beriya pêla çareseriyê esnafan ji ber çalakiyan car caran dikanên xwe digirtin. Lê êdî ew roj li paş man û esnafên Batmanê hetanî derengiya şevê dikanên xwe vekirî dihêlin û li benda kiriyaran disekinin. Esnaf niha jî bi muşteriyên ku ji bo cejnê danûstandinê dikin re mijûlin.
Bi pêvajoya çareseriyê û meha remezanê, li herêmê di qada aboriyê de rojên bibereket tên jiyîn.
Ji esnafên pasaja Japonê Sadûllah Kûtlû diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê, êdî çalakiyên kepenkgirtinê nayên kirin. Bi vê sayê him li herêmê him jî li welêt demên aştî û bratiyê didome. Berê dema ku esnaf dihatin dikanên xwe vekin, ji ber çalakiyên kepenkdaxistinê dikanên xwe digirtin û ev rewş xisar dida qezenca wan a rojane.
Kutlu dest nîşan kir ku bi pêvajoya çareseriyê, dengê çekan sekinî, girî û lorînên dayikan jî bi dawî bûn û wiha pê de çû: "Em ê cejna xwe ya ewil a pêla çareseriyê pîroz bikin. Li bajarê me du cejn bi hevdu re tên pîrozkirin.
Ji esnafên kolana Gulistanê Ramazan Kurt jî got: "Berê dema ku roj diçû ava û her alî tarî dibû li Batmanê tu kes li derve nedima. Her kes diçûn malên xwe. Lê niha gelê Batmanê hetanî derengiya şevê bi dilrihetî danûstandina xwe dike. Me berê di saet 19.00an de dikanên xwe digirtin, lê niha em hetanî 02.00 û 03.00ên şevê dikanên xwe vekirî dihêlin, gel jî bi dilrihetî tê û danûstandina xwe dike."