İbrahim Torlak
13 Îlon 2022•Rojanekirin: 15 Îlon 2022
Li Kercewsa navçeya Batmanê tiriyên hatine berhevkirin tên hişkkirin.
Midûrê Çandinî û Daristanan yê Bajêr Metîn Kaplan daxuyand ku li navçeyê 47 hezar dekar rezên tiriyan hene.

Kaplan got di dawiya meha tebaxê û serê meha îlonê da tirî tên berhevkirin û dest bi hişkkirina wan tê kirin û wiha dewam kir: "Cotkar ji van tiriyên tên hişkkirin qismekî ji bo xwe dihêlin, yên mayî ji bo debara malê difroşin. Îsal hilberîna me pir baş e. Hewa germ e, lê dîsa jî hilberîna me baş e."

Cotkar Huseyin Soyvural jî got ew serê sibê diçin berhevkirina tiriyan û wiha axivî: "Em tiriyên berhev dikin li ser agir dikelînin, dixin nav xweliya daran û ji bo hişk bibin radixin. Piştî 15 rojan em tiriyên hişk bûne berhev dikin. Em qismekî ji bo zivistanê ji xwe ra dihêlin, yên zêde mane jî difroşin."