Nihat Kavşut
19 Tebax 2018•Rojanekirin: 23 Tebax 2018
KAHRAMANMARAŞ
"Îsota Meraşê" ya tehm û tûjiya xwe ji axa Meraşê distîne bi salan e tê ajotin.
Ev îsot biharê tê ajotin û dawiya meha Tebaxê jî tê komkirin.

Îsota ku him di xwarinê da û him jî di sektora kîmya û dermanan da tê emilandin piştî ku tê komkirin û hişkirin amade dibe.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Meraşê Mustafa Bozkurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku îsota Meraşê jî navdar e.

Bozkurt diyar kir îsot demeke dirêj e li Meraşê tê çandin û got bi tehm û tûjiya xwe jî cuda ye.

Mustafa Bozkurt destnîşan kir bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyeyê bi destê Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê "Projeya Îsota Meraşê" tê meşandin û got ji bona li nav welêt û derveyî îsota Meraşê bê zanîn xebat tên kirin û em jî di nav xebatê da ne.

- "Wê 20 hezar ton îsot bê hilanîn"
Bozkurt diyar kir li tevahiya bajêr li qederê 22 hezar dekarî îsot hatiye çandin û got ji sedî 50 wê bê hişkirin û yên din jî wê ji bona çêkirina tirşînê biemilînin.
Mustafa Bozkurt diyar kir îsal dixwazin ji 10 hezar donimî 20 hezar îsota toz û pûl derxin.