Abdullah Tel
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê jinên li gund û goman dijîn ji bo amadehiyên zivistanê bi hevdu ra dixebitin.
Jin îsot û fringiyên berhev kirî piştî hûrkirinê dikin hundirê şûşikan, devê wan digirin, di hundirê sîtilan da bi agirê êzingan ji bo ku xera nebin dikelînin.
Bi hatina payîzê va amadehiyên ji bo zivistanê jî her ku diçe zêde dibe û jinên li gundan dijîn jî hê ku berf û baranê bi ser wan da negirtiye ji niha va ji bo zivistanê amadehiyên xwe dikin.
Di meha îlonê da jinên wextê xwe li nav zevî û baxçeyan borandin vala nesekinîn û ji bo çêkirina konserveyan jî firingî û îsot kom kirin.
Li Alazliya gundê Korkuta navçeya Mûşê jinên ku ji bo zivistanê dest bi amadehiyê kirin ji bo kar û barê xwe zû biqedînin hatin bal hev û bi hev ra şûşikan tijî dikin.
Fecriye Yildiz a ji jinên konserve tije dikir got ku bo zivistanê wan dest bi amadehiyan kir û wiha pê da çû: "Konservetijî kirin karekî zehmet e û ji ber vê jî em hemû cîran bi hev ra dixebitin. Em van şûşikan ji bo zivistanê amade dikin. Ji bo her malekê bi qasî 70-80 şûşikî em tijî dikin. Niha li gundê me dema bêderê ye û em jî wextê xwe yê bê kar bi vî awayî derbas dikin. Em kevanî tên bal hev û sebzeyên xwe yên zêde ji bo zivistanê bi vî şiklî hiltînin. Ji yên markêtê çêtir in û him jî ev paqijtir in."
Ji şêniyên gund Filîz Yildizê jî destnîşan kir ku ew şûşikan bi sebzeyên ji nav baxçeyên xwe berhev kirine tijî dikin û bi dilrihetî konserveyên xwe dixwin.