Rıdvan Korkulutaş
20 Nîsan 2021•Rojanekirin: 21 Nîsan 2021
BÎNGOL (AA) - Li Gença navçeya Bîngolê welatiyê bi navê Hasan Goçuk yê 80 salî 4 roj berê winda bû ku ji bo ew bê dîtin xebat dewam dikin.
Li gor agahiyan di 17ê nîsanê da Hasan Goçukê li gundê Balgozeyê dijî ji bo teseliya heywanên xwe bike ji malê derket û nezivirî.
Malbatê cab da cendirmeyan ku ew bê dîtin.
Cendirme, AFAD, gundparêz, Kluba Çiyageriyê ya Rûyê Bakur û Komeleya Lêgerîn û Xelaskirinê û ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê ya ÎHHyê ji bo Goçuk bibînin dixebitin.
Berpirsyarê Şaxa Bîngolê ya Kluba Çiyageriyê ya Rûyê Bakur û Komeleya Lêgerîn û Xelaskirinê Ramazan Kuçukhazar daxuyand ekîb dixebitin û ew hêvî dikin Goçuk bibînin.