Jiyan

Li Agirî û Wanê barîna berfê

Li Agiriyê ji ber berfê di hatin û çûyinê da pirsgirêk çêbû û li Wanê jî ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin.

Türkan Tosun  | 13.01.2020 - Rojanekırın : 14.01.2020
Li Agirî û Wanê barîna berfê

Ağrı

Li Agiriyê ji ber berfê di hatin û çûyinê da pirsgirêk çêbû.

Li Bazîdê berfê şev dereng dest pê kir û navçe bi rengê spî nixûmî.

Qalindahiya berfê gihîşte 15 santîmêtroyan, kesên ber bi Qesra Îshaq Paşa va çûn jî ji ber berfê zehmetî kişandin.

Şofêrên ji Agiriyê çûn Îran, Wan û Îdirê dema ji navçeyê derbas bûn wesayîtên xwe bi zehmetî ajotin.

Germahiya hewayê di bin sifirê da dakete 10 pileyî, wesayîtên depoyê wan ên sotemeniyê qeşa girtin jî di rê da man.

Tacettîn Dursunê li ser rêya Bazîd û Çaldiranê tesîsa wî ya bêhnvedanê heye ji nûçegihanê AAyê ra got şofêrên tiran şev li vir mane û wiha axivî: "Berfê şev zêde kir. Şofêrên tiran ên ji Deriyê Sînor ê Gurbulakê derbas bûn ji bo pirsgirêk çênebe xwe spartin vê derê. Ew bendê ne ku berf kêm bibare."

Li Wanê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin

 Li 3 navçeyên Wanê yên girêdayî navendê ji ber rewşa hewayê ya nebaş dibistan hatin tetîlkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê ji ber berfê îro navçeyên Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê dibistanên seretayî û navîn hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin xebatkarên kamuyê yên ducanî û astengdar jî wê neçin kar.

Li Agiriyê bi şev ji ber barîna berfê û hişkiyê, depoyên sotemeniyê û fîltreyên tirên li rexê rê parqkirî, qerimîn. Ajokarên tiran bi ava kel an jî bi agirê ku di binê depoyan da vêxistin va hewil dan ku wesayîtên xwe bidin xebatê.

Hin ajokaran jî tirên xwe birin garajê û hewil dan ku bi sobeyên ceyranê wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin.

Cengiz Ozdemir ku ji wan ajokaran e ku depoya sotemeniyê ya tirên wan qerimîn, diyar kir ku hewa gelekî sar e û ji bo ku wesayîta xwe bide xebatê, wî ava kel lê kir û agir vêxist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın