Li Agirî, Erdexan, Tuncelî û Qersê mij ket erdê û cemed çêbû
Ağrı
Li Agirî, Erdexan, Tuncelî û Qersê mij û moran û cemedê tengasî da kişandin.
Li Agiriyê hewa sar e û destê sibehê mij ket erdê.
Ji ber mija ku cî bi cî zêde bû, mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran di ajotina wesayîtên xwe da tengasî kişand.
Mija ku girte ser gundê Yoncaliyê yê li ser navenda bajêr û dar û beran, dîmenekî xweş derxist holê.
- Erdexan
Mija ku li Erdexanê ket erdê, mesafeya dîtinê kêm kir.
Ji ber mij û sermayê cemed çêbû.
- Tuncelî
Li Tunceliyê ji ber sermayê mijê serê hin çil û çiyan pêça.
Hin rêyên bajêr jî cemed girt.
- Qers
Li deverên bilind ên Qersê berf ket.
Siruşta ku bi berfê spî bû, dîmenên xweş derxist holê.
Li navçeya Sariqamîşê piştî ketina berfê serma çêbû û mij ket erdê.
Dar û beran di sermayê da qiravî girt, golên piçûk bi temamî qerisîn. Serê sibehê ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 30 mêtreyî kêm bû.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê xebata verotina berfê û reşandina xoyê da destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
