Abdullah Söylemez
26 Nîsan 2025•Rojanekirin: 27 Nîsan 2025
Li Agiriyê piştî ku baran zêde barî, ava Çemê Badîşanê rabû û hin xanî û zevî di bin avê da man.
Li navçeya Patnosê piştî ku baran zêde barî, ava Çemê Badîşanê rabû. Ji ber ku ava çêm rabû hin xanî û zevî di bin avê da man.
Li ser telîmata Şaredar Abdulhalîk Taşkin ekîbên şaredariyê dest bi xebetan kirin.
Li Saricaya gundê navendê ji ber baranê li ser rêya gund li 3 ciyan hezaz çêbû û ekîbên AFADê ji bo lêkolînê çûn herêmê.
Li Koçkirana gundê navçeya Bazîdê jî malek xisar dît.