Muhammet Ali Ateş
04 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2025
Li Ava Kevira (Taşliçay) navçeya Agiriyê daran di sir û sermayê da qiravî girt û dîmeneke xweş derket holê.
Li navçeyê çend roj berê berf ket û paşê hişkî û serma çêbû.
Li navçeya ku hin cî û warê wê hê di binê berfê da ne, di sir û sermayê da dar û beran qiravî girt.
Darên ku qiravî girtin, dîmenên xweş derxistin holê.
Her wiha bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan.