Abdullah Söylemez
19 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2024
Li Agiriyê menderes ango fetlokên çêm yên dikevin navbera 3 gundên raqim bilind ên dewrûbera wan di bin berfê da ye, zivistanê dikevin xeml û xêzeke cuda.
Fetlokên çêm di navbera gundên Aşagikent, Ortakent û Başkentê da dimînin yên qedera 45 kîlometreyî dûrî navenda parêzgehê û nêzîkî sînorê Qersê ne, salê çar demsal cuda û sipehî ne.
Menderesên ku di navbera çiyayên bilind da li deşteke fireh diherikin, jêdera xwe ji berf û baranê distîne.
Piştî berfa van rojên dawîn barî, menderes di bin tebeqeya spî da man.
Fetlokên çêm yên ku biharê bi kulîlkên rengbireng û zivistanê jî bi berfê dixemilin ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê bi dronê hatin kişandin.