Li Agiriyê dirûna gilgilê sîlajê dest pê kir

Ağrı
Li Agiriyê cotkarên ku bi piştgiriya dewletê va zeviyên çandiniyê berfirehtir kirin, dest bi dirûna gilgilê sîlajê kirin.
Bi pêşengiya Walîtiyê û bi destê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê va di çarçoveya "Projeya Berfirehkirina Hilberîna Nebatên Debarê" da biharê 2 hezar û 400 çewal toximê gilgilê sîlajê li 770 cotkaran hat belavkirin da ku hilberîna nebatên debarê zêde bibe û qadên çêreyê xilas bibin.
Cotkarên ku bi piştgiriya dewletê va havînê toxim reşandin û bi zehmeteke mezin zevî hêşîn kirin, dest bi dirûna nebata debarê ya ku bejna wan ji 3 metreyî bilindtir e kirin.
Cotkar bi traktor û kamyonan va gilgilên sîlajê yên bi makîneyan tên dirûn, dibin malên xwe ku zivistanê bidin heywanan.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Kenan Engîn ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan îsal gelek projeyên çandiniyê cîbicî kirin.
Engîn bal kişand ku ew digel Walî Osman Varol timî bi cotkaran ra tên cem hev û wiha dewam kir, "Li Agiriyê sala 2020î 6 hezar dekar qada me ya ajotî ya gilgilê sîlajê hebû. Îsal me ev bi hîbe û piştgiriya toxim va derxist 18 hezar dekarî. Ji bo hilberînerên me yên ku heywandariyê dikin, projeyeke pir girîng e."
Engîn bal kişand ku ew ji cotkaran bertekên erênî werdigirin û wiha got, "Di gilgilê sîlajê da em serê donimê li benda bi qasî 7 ton ber û berhemê ne. Her wisa hilberîn li gorî sala çûyî dê 3 qatan zêde bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.