Türkan Tosun
30 Mijdar 2020•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2020
Li Agiriyê ji ber mij û dûmanê welatiyan û şofêran zehmetî kişand.
Li bajêr serê sibê pê va mij çêbû, mesafeya dîtinê pir kêm bû.
Bi taybetî li ser rêya Agirî, Îran û Erziromê şofêran ji ber mij û dûmanê bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Ji ber sermayê jî paceyên wesayîtan qeşa girt, welatî bi zehmet çûn mal û kargehên xwe.
Welatî Nusret Aktaş ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber sermayê jiyan zehmet e û wiha axivî: "Mijeke zêde heye, lê heta berf nebare hewa bitav e û baştir e. Ji ber mijê şofêran zehmetî kişand lewra mesafeya dîtinê heta 10 mêtroyan kêm bû."