Li Adiyeman û Şanliurfayê dîtinahiya Rihê Şerîf dest pê kir
Adıyaman
Li Adiyeman û Şanliurfayê ji bo Şeva Qedrê dîtinahiya Rihê Şerîf dest pê kir.
Welatiyên ku serê sibehê hatin Mizgefta Emîr Sultan a li Adiyemanê, ji bo dîtina Rihê Şerîf ketin dorê û dema ku ji ber Rihê Şerîf ê nava fanûsa cam ra derbas bûn, selewat anîn û dia kirin.
Cîgirê Miftiyê Bajarê Adiyemanê Mehmet Fehmî Sevîl daxuyanî da û diyar kir ku wan Rihê Şerîf ji bo ziyaretê vekir û Şeva Qedrê ya alema Îslamê pîroz kir.
Hin welatiyan jî wêneya Rihê Şerîf ê nava fanûsa camê da kişand.
- Şanliurfa
Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê ji bo Şeva Qedrê dîtinahiya Rihê Şerîf dest pê kir.
Rihê Şerîf ji bo dîtinahiyê derxistin baxçeyê Mizgefta Mezin a li ser kolana Hurriyetê.
Welatiyan dia kirin, selewat anîn û Rihê Şerîf ê nava fanûsa cam ziyaret kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
