Cüneyt Çelik
16 Adar 2026•Rojanekirin: 30 Adar 2026
Li Arpaçaya navçeya Qersê dîmena Ava Telekê ya ku wekî maran ser rûyê erdê dikişe, di nava berfê da bi dronê hat kişandin.
Ava Telekê milekî girîng ê çemê Arpaçayê ye û bi ava berfê ya ku herikî û ji çil û çiyan berjêr bû va gur bû û fetlonekên avê di nava siruştê da dîmenên xweş derdixe holê.
Havînê şêniyên herêmê bi vê avê avdêriya zeviyên xwe dikin, tê da masiyan digirin û qazên wan ser avjeniyê dikin. Bi ketina berfa rojên dawîn ra derdora avê spî bû.
Dîmena fetlonekên ku wekî maran dikişe bi dronê hat kişandin.