Haydar Şahin
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
Adil Alanê Midûrê Çandinî û Daristanan a Adiyemanê diyar kir ku dixwazin di mijara mozvaniya organîk da bajêr têxin marqe û got, "Hedefa me ew e ku hetanî sala 2023yan bigihêjin 100 hezar kewarî."
Di çarçoveya projeya Midûriyeta Çandinî û Cotkariyê da bi piştgiriya Ajansa Pêşketina Îpek Yoliyê da li 30 hilberînerê ser her yekî 30 kewar hatin belavkirin.
Merasima belavkirina kewaran li avahiya Midûriyeta Çandinî û Cotkariyê ya Bajêr hat lidarxistin. Midûrê Çandinî û Daristanan ê Adiyemanê Adil Alan di merasimê da axivî û û diyar kir ku 900 kewar belav kirin.
Alan got hedefa wan ew e ku mozvaniya organîk li bajêr zêde bikin û wiha axivî:
"Li piraniya welatê me mozvanî tê kirin. Em ê bi vê projeyê va 30 hilberîneran têxin mozvanên konvansiyonel. Em di îlonê da kontol bikin heke nexweşî tunebe jî ji bo moz zivistanê hişk nebin em ê li mozvanan dermanên yêm belav bikin. Em dixwazin di mijara mozvaniya organîk da Adiyemanê têxin marqe. Hedefa me ew e ku hetanî sala 2023yan bigihêjin 100 hezar kewarî."
Mehmet Yîgîtê hilberîner jî got 8 sal in li Rezîpa gundê li ser navendê mozvaniyê dike.
Yîgît got li ser mereqê dest bi mozvaniyê kir û wiha axivî: "Ez beşdarî qursên midûriyetê yên li ser mozvaniyê bûm û min sertîfîka sitand. Wekî mayîn min ji piştgiriya kewaran a midûriyeta bajêr jî îstifade kir. Ez dixwazim karê xwe bidomînim. Ji kesên ku keda wan tevî vî karî bûn ra sipas dikim."
Piştî merasimê li hilberîneran 900 kewar belav kirin.