Önder Beyter
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Tîma ku çiyagerê navdar Tunç Findik jî di navê da ye, hilkişiya sûlava cemedê ya li serê Çiyayê Erekê da ku dewlemendiya herêmê ya di warê werzişên xwezayê da bisin naskirin.
Bajarê Wanê ku bi berhem û bedewiyên xwe yê dîrokî û xwezayî va hersal bi hezaran turîstên xumalî û biyanî dike mêvan, bi navenda kaşûnê, sûlava cemedê û parkurên xwezayî yên hilkişînê yên xwe va yek ji navendên girîng ên turîzma zivistanê ye.
Sûlava Cemedê ya li Wanê çiyagerên navdar dike mêvan
Çiyagerê navdar Tunç Findik ji bo ku balê bikişîne ser potansiyela bajêr û piştgiriyê bide wê yekê ku herêm di warê çiyageriyê da pêş da biçe, hat Wanê û ligel endamên Kuluba Werzişên Xwezayê ya Şiverêyê ya Wanê hilkişiya sûlava cemedê ya li serê Çiyayê Erekê.
Findik ku di bin sîwana Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê û kategoriya "werzişvanê neteweyî" da beşdarî fealiyetên îrtifaya bilind a dervayî welêt dibe, tekane çiyagerê Tirk e ku beşdarê "Projeya Hilkişînê ya 14x8000î" ye û beriya niha jî hilkişiyaye serê 11 çiyayên ji ser 8 hezar metreyî ra. Findik ji bo 3 zîrweyên mayîn jî li sûlava cemedê rahênan kir.
"Ji aliyê werzişên xwezayê va potansiyeleke mezin heye"
Tunç Findik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku herêm bi erdnîgariya xwe ya asê û parkurên xwe yên xwezayî va navendeke girîng a herêmê ya di warê çiyagerî û hilhişîna zinar û cemedê da ye.
Findik bal kişand ku wî ligel hevalên xwe yên çiyager beriya niha jî li Wan û dewrûberê gelek carî fealiyeta hilkişînê pêk anî û vê carê armanca wan e ku piştgiriyê bidin danasîna herêmê.
Findik herwisa got ku ew ligel endamên Kuluba Werzişên Xwezayê ya Şiverêyê ya Wanê ji bo vê yekê hilkişiya sûlava cemedê ya li serê Çiyayê Erekê û wiha dewam kir, "Ji aliyê werzişên xwezayê va potansiyeleke mezin heye. Piştevaniya ku dewlet di warê danasîna vê derê, pêşdaçûna werzişên xwezayê û turîzma sal û 12 mehî da dide, divê zêdetir bike."