Önder Beyter
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
YOSEMITE
Parqa Neteweyî Yosemite ya li Kaliforniaya eyaleta Amerîkayê bi wê taybetiya xwe tê naskirin ku li dinyayê yek ji ciyên herî bijarte ye.
Salê ji 3 milyonî zêdetir turîst tên dîtina Gera Yosemiteê ku ucreta derbasbûnê 35 dolar e.
Di parqa neteweyî ku xwedî qada jiyana kovî ye û di 1984an da bi destê UNESCOyê li lîsteya Kelepora Cihanê hat zêdekirin da zinarên granît, sûlav, çem û robar û dar hene.
Parqa ku 240 kîlometre dûrî San Francisco û Gera Sîlîkonê ye, bi qadên xwe yên kampê va hem zivistanê û hem jî di werzê havînê da eleyeqeke zêde dibîne.
Wênegirên ji çarheqalê dinyayê ji bo ku wêneyên Sûlava Sor ku gava roj diçe ava ji bo kurtedemekê çêdibe bikişînin, bi hev ra ketin pêşbaziyê.
Sûlava Yosemiteê ji ber ku bi avabûna rojê ra rengê wê sor û gevez dibe û herwiha dişibe dêla hespê, jê ra Sûlava Sor an jî Sûlava Dêla Hespê tê gotin.
Ev bûyera siruştî ku bi tenê 6 deqîqe didome, tê pêşbînîkirin ku 22yê sibatê roja înê bi dawî bibe.