Jiyan

Eleqeya ser mastê gundan zêde dibe

Di salên dawîn da mirov dîsa vedigerin berên siruştî û qatixê gundan jî ji ber ku ji şîrê rojane tê çêkirin û di çêkirinê da tu tişt nakeve navê, li Diyarbekirê eleqeya mastê ku li gundan tê çêkirin, zêde bû.

İbrahim Atmaca  | 20.02.2019 - Rojanekırın : 22.02.2019
Eleqeya ser mastê gundan zêde dibe

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Di salên dawîn da mirov dîsa vedigerin berên siruştî û qatixê gundan jî ji ber ku ji şîrê rojane tê çêkirin û di çêkirinê da tu tişt nakeve navê, li Diyarbekirê eleqeya mastê ku li gundan tê çêkirin, zêde bû.

Di salên dawîn da eleqeya ser berên xidaya siruştî zêde bû. Mastê ku jinên gundî di satilan da haveyn dikin jî rastî eleqeyê tê.

Mastê ku li gundan tê çêkirin, serê sibê ji malan tê barkirin û li bajêr tê firotin.

Mastê ku ji gundên curbecur tên bajêr, ji aliyê welatî, loqinteyên bajêr û kargehan va tên kirîn.

Cahît Seyîtogullariyê ku li navçeya navend a Yenîşehirê dikana wî heye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew nêzî 32 salan e mastê gundan difroşe, piştî ku mast serê sibê ji gundan tê, qismekî wan welatî dikirin, ew mastê mayî jî ji loqinte û esnafan ra dişîne.

Seyîtogullari diyar kir ku bihayê mast li gor qelîteyê diguhere û wiha dewam kir, "Kîloya mas di navbera 2 û 3 lireyî da diguhere. Bihayê mast li gor cisnê dewaran û taybetiya şîrê wan diguhere."

Seyîtogullari diyar kir ku mastê gundan siruştî ye û wiha dewam kir:

"Tiştek tevî mastê gundan nabe. Ji bo tenduristiyê pir baş e. Yê ku vê dizane, tê û mastê gundan dikire. Min berê 30-35 satil mast difrot, niha 60-65 satilan difroşim. Mastê ku ji min ra tê di nav 2 saetan da xelas dibe. Eleqeya ser mastê gundan wê zêdetir bibe."

- Li taxên çiyayî mast berhev dike

Rodî Ozturk jî nêzî 28 salan e li taxa çiyayî ya Gencanê ku li ser navçeya navend a Sûrê ye, mastê gundiyan berhev dike û dibe bajêr.

Ozturk diyar kir ku ew her sibe di saet 05.30î da malko malko digere û mast berhev dike û paşê tîne kargeha Seyîtogullari.

Ozturk destnîşan kir ku eleqeya ser qatixê gundan zêde bû û li gor berê zêdetir tê firotin û mirov cardin vegeriyan ser berên organîk.

Ozturk diyar kir ku wî nêzî 4-5 sal berê 30 satil, niha jî 40-45 satil mast tîne bajêr.

Ji kiryaran Eyup Çîçek diyar kir ku her roj ji gund mastê teze tê û ew mastê gundan tercîh dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın