Jiyan

Li 5 bajarên rojhilatê tavî û teyrok tê payîn

Hilmi Tunahan Karakaya  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
Li 5 bajarên rojhilatê tavî û teyrok tê payîn

Erzurum

Li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê tavî û teyrok tê payîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî be.

Li der û dora Erzirom, Qers, Erdexan û Îdirê ji nîvro pê va tavî û teyrok tê payîn.

Germahiya demsalê wê di navbera 2-4 pileyan da zêde be, ji aliyê başûr dem demî bayekî nîvqewî wê bê.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê pileyek, li Erdexanê 2, li Agiriyê 5, li Tunceliyê 6, li Erziromê 7, li Îdirê 8 û li Erzincanê 13 pile tê payîn.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 28, li Erzincanê 25, li Îdirê 24, li Agiriyê 22, li Erziromê 19, li Qers û Erdexanê jî 18 pile tê payîn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın