Jiyan

Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baran tê payîn

Hilmi Tunahan Karakaya  | 05.04.2021 - Rojanekırın : 06.04.2021
Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baran tê payîn

Erzurum

Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê, şilope û baran tê payîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be. Li Erzirom, Erdexan, Erzincan û Tunceliyê wê barana gur bibare.

Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji hêla başûr va dem demî bayekî nerm wê bê, carna jî wê xurt dewam bike.

Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê di binê sifirê da pileyek, li Erziromê sifir pile, li Qers û Agiriyê pileyek, li Erzincanê 7 pile û li Îdirê 8, pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 21, li Tunceliyê 20, li Erzincanê 15, li Agirî, Qers, Erzirom û Erdexanê 13 pile tê payîn.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê li Palandokenê 122, li Sarîqamişê 97 û li Konakliyê 83 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li herêmê qeşa, cemed, mij û xumam tê payîn û li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî baldar bin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın