Li 19 bajaran germahî derket ser 40 pileyê
Di roja dawîn a tîrmehê da germahiya herî zêde bi 47,3 pileyê li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan

Ankara
ANKARA (AA) - Li tevahiya welêt germahiya hewayê di ser asta demsalê ra ye û li 19 bajaran germahî ji 40 pileyê derbas bû.
Li gor daneyên li ser malpera Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li tevahiya welêt germahî 6 û 12 pile ser asta demsalê ye û germahî dê ji sibê pê va bikeve asta demsalê.
Germahiya herî zêde ya îro bi 47,3 pileyê li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan.
Li Cizîra navçeya Şirnexê û Beşîriya navçeya Batmanê jî germahî wek 46,7 pile hat pîvan.
Parêzgehên ku germahiya hewayê derket ser 40 pileyî ev in:
BAJAR/NAVÇE | GERMAHÎ(C°) |
Sêrt, Kurtalan | 47,3 |
Şirnez - Cizîr | 46,7 |
Batman - Beşîrî | 46,3 |
Mêrdîn - Dargeçit | 46,3 |
Diyarbekir - Silvan | 46 |
Meletî - Yazixan | 44,5 |
Elezîz - Baskil | 44,3 |
Şanliurfa - Hilvan | 44,3 |
Adiyeman - Kahta | 44 |
Gazîentab - Karkamiş | 43,9 |
Bingol - Genç | 42,7 |
Erzincan - Kemaliye | 42,5 |
Tuncelî navenda bajêr | 42,1 |
Hatay - Hassa | 41,2 |
Kahramanmaraş -Çaglayancerît | 40,6 |
Erzirom - Îspîr | 40,5 |
Muş - Xaskoy | 40,5 |
Karaman navenda bajêr | 40,4 |
Kilîs navenda bajêr | 40,4 |