Bülent Mavzer,Erdal Yalçın
30 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2024
Li Îdirê di çarçoveya çalakiyên eşûreyê yên meha Muheremê da bernameya "Şîn û Bibîranîna Hz Huseyîn" hat lidarxistin.
Bername ji aliyê Komeleya Alimên Ehlê Beytê ya Îdirê va li Kolana Zubeyde Xanimê hat lidarxistin.
Di bernameyê da Qur'an hat xwendin û axaftin hatin kirin.
Meddahê Îranî Mehdî Resûlî mersiye xwend.
Kesên beşdarî bernameyê bûn li singê xwe xwistin, ji bo Hz. Huseyîn û gelê Kerbelayê giriyan.
Komê Îsraîl jî şermezar kir.