15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Koma Tiloyê li Hewlêra bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) konserek da û beytên kurdî û osmanî got.
Konser bi piştgiriya Fona Nasandina Serokwezîriya Komara Tirkiyeyê û Wezareta Çand û Tûrîzmê li Dedeman Hotêlê hat kirin û ji Koma Tiloyê Mustafa Kadaş, Celal Înan û Veysî Atadan di konserê da cih girtin. Hunermendên ji HKIyê, siyasetmedar û hin rojnamegerên ji Tirkiyeyê hatin jî wek guhdar beşdar bûn.
Koma Tiloyê ji albuma xwe ya bi navê "Dîwana Xanî"yê beytên kurdî û osmanî got û beşdarvan jî kêfxweş bûn.
Ji avakarên komê Mustafa Dadaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Vê konserê em birin heyama Osmaniyan a ku bihevratiya tirk û kurdan xurt bû. Ji ber vê jî em pir bi kelecan in. Ji ber ku ez li vir im û konserê didim gelek kêfxweş im."
Mustafa Ekiciyê Kordînatorê TRT Kurdiyê ku bi komê ra hat Hewlêrê destnîşan kir ku hemû beyt û sitranên hatin gotin yên Ehmedê Xaniyê şairê kurd ê navdar bûn. Ji ber ku civaka tirkan ji Îslamê hatiye dûrxistin kes hê Xanî baş nas nake. Lê gelek watedar e ku Koma Tiloyê helbestên wî li Hewlêrê dibêje."
Ekîcî diyar kir ku xelkê Hewlêrê eleqeyeke mezin nîşanî komê da û wiha got: "Wê bibe wesîle ji bo di navbera kurdan û Tirkiyeyê da têkiliyên xweş çêbibin."
Kemal Ozturkê qunciknivîskarê rojnameya Yenî Şafakê ku kom guhdarî kir, destnîşan kir ku sitranên komê ecibandine û got ku gelek xweş bû ku di konserê da helbestên Ehmedê Xanî hatin xwendin.