Fatih Gazioğlu
31 Gulan 2019•Rojanekirin: 11 Hezîran 2019
Koçerên Îdirî yên heywandariyê dikin bi germbûna hewayê va ji bo heywanên xwe bibin herêmên hênik dest bi hilgêra zozanan kirin.
Li herêmê zivistan gelekî dirêj dikişîne ji ber vê heywandarên ku ka û gihayê wan xilas dibe ji bo heywanên xwe biçêrînin derdikevin zozanan.

Koçerên ku ji Îdirê derketin koçê û rêya Bazîda navçeya Agiriyê bi kar tînin ligel şert û mercên zor şev û rojê mî û berxên xwe diajon dibin zozanên li quntara Çiyayê Agiriyê.
Li Îdirê milyonek û 200 pez û qasî 150 hezar jî dewar heye. Koçer her sal serê mehên havînên diçine zozanan. Koçer qasî 5-6 mehan li zozanan dimînin û piştra dîsa vedigerin gundên xwe.
Ji koçeran Alî Altay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berê kal û bapîrên wan jî karê heywandariyê kiriye û wiha axivî:

"Hewa germ bû. Êdî dema derketina zozanan e. Em ê derkevin zozanên li Çiyayê Agiriyê. Kal û bapîrên me jî heywandarî dikir. Em bi heywandariyê debara xwe dikin. Em tenê ji vî karî fehm dikin. Ev karekî karekî zor û zehmet e. Em di rê da car caran bêhna xwe vedin û piştî rojekê em ê dîsa rêwîtiya xwe bidomînin."